Şanda hevpeymaniya Îslah yaku bi Serokatiya Emar Hekîm, serdana Hewlêrê kiriye û li gel Serok Barzanî civiya bû, serî li mekteb siyasiya PDKê jî da û li gel şandeke PDKê civiya.
Di wan civînan de giftûgo li ser ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, rol û beşdarî kirina Kurd bi taybetî PDKê di prosesa siyasiya Îraqê û mijara ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de hate kirin.
Şanda mêwan di civînê de rola PDKê di qonaxên curbicur de bi roleke girîng û bi bandor wesif kiriye û aniye ziman ku ev weke hevpeymaniya Îslah hewl bo vê yekê didin ku têkiliyên xwe li gel herêm Kurdistanê bihêztir bikin û rûpeleke nû di vê derbarê de vekin.
Şanda mêwan behsa wan sê prensîban kiriye ku Serok Barzanî bo ava kirina hikûmeta Îraqê destnîşan kiribû û piştgîriya xwe bo wan prinsîban diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin