Kemal Akîf dibêje di çarçoveya berfirekirina rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê de, ENKSê jî dikare tevlî rêveberiya nû bibe
Berdevkê Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV-DEMê ragihand ku di çarçoveya berfirekirina rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê de, Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dikare tevlî rêveberiyê bibe.
Berdevkê Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV-DEMê Kemal Akîf dibêje li gor yasyayên heyî di çarçoveya berfirekirina rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê de, ENKSê jî dikare tevlî rêveberiya nû bibe.
Kemal Akîf daxuyakirin ku ne wek merc lê wek helwest, divê ENKSê helwesta xwe li hember rewşa Efrînê zelal bike û ji nav Itîlafê vekişe, daku yekrêziya hêz û aliyên Kurdî li nav Rojavayê Kurdistanê bê pêkanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin