Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza Avustiraliyayê ya li Bexdayê Dr Joanne Loundes û şandeke li gel kir.
Di civînê de Xatû Joanne Loundes kêfxweşiya xwe ya li hember serkeftina prosesa hilbijartinên Kurdistanê diyar kir û pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir û hêviya vê yekê xwest ku hewldanên heyî yên bo ava kirina her du hikûmetên Kurdistan û Îraqê bi avayekî serkeftî bi encamp bibin û aramî û ewlekarî bo deverê vegere.
Di beşeke din ji axaftinên xwe de Loundes behsa kar û projeyên Avustiraliyayê yên xizmetgozarî ên bo deverên azad kirî ji destê DIŞIê kir û daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê kir daku hevkariya wan bike û amade bûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya balyoza Avustiraliyayê kir û amade bûna hikûmeta Kurdistanê jî ji bo hevkarî kirin û asankarî kirin bi mebesta cîhbicîh kirina projeyên Avustiraliyayê yên di warê însanî de diyar kir û hêvî xwest têkiliyên di navbera Kurdistan û Avustiraliyayê de di her warekê de bihêztir û berfiretir bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin