14 pasdar û besîcên Îranî hatine revandin

li ser sînorê pakistanê hatine revandin
کوردستان TV
100%

Îro çapemeniya rejîma Îranê belav kir ku berbanga îro sêşemê, li ser sînorê navbera Îran û Pakistanê 14 pasdar û besîcên Îranî ji aliyê komeke çekdar ve hatine revandin.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku ev 14 kesên han nobedarên ser sînorên Îranê bûne.

Herwiha rejîma Îranê Pakistan li ser vê bûyerê bi berpirsiyar dibîne û daxwaz ji Pakistanê dike bilez ew 14 pasdarên revandî azad bike.

Herwiha koma çekdar ya Ceyiş El Edil îro bi fermî ragihand ku ev pasdar û Îranî ji aliyê wan ve hatine revandin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.