Termê 4 welatiyên ku li deryaya Ege de xeniqîbûn gihîşte Kurdistanê

li deryaya Egeyê hatibûn xinqandin
کوردستان TV
100%

Termê15 kesên din jî nehatiye dîtin

Termê 4 welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku hefteya borî li deryaya Ege de xeniqîbûn, gihîşte Kurdistanê.

Hefteya borî qayîkek koçberan di deryaya Ege li nêzîkî bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê de ketibû binê avê. Di wê bûyerê de 34 kes xeniqîbûn û tenê jinek rizgar bibû.

Li gorî agahiyan, ji wan 34 koçberên ku xeniqî ne, 19 jê kurd in û hemû jî xelkê bajarên Dihuk û Zaxo ne.

Heta niha tenê termê 4 ji wan hatine dîtin, ew jî îro danê sibê bi rêka sînorê Îbrahîm Xelîl re gihîşte Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.