Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke perwerdehî ya Tirkiyeyê kir.
Di civînê de ku wezîrê berê yê çandinê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker û konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karacay û şandeke navenda Mearif ya Tirkiyeyê têde beşdar bûn, şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtin li gel Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê di her warî de kir.
Her di heman civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê di her warekê de kir.
Barzanî diyar kir ku Tirkiye di warê perwerdehî de xwedan ezmûne û dikare hevkariya Kurdistanê di warê perwerdehî de bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin