Hikûmeta Îranê dixwaze li devera Seqizê deriyeke din yê sînorî veke.
Di vê derbarê de Parêzgarê Sineyê Behmen Muradniya diyar kir ku hikûmeta Îranê gelek cidiye û dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike jiber vê çendê Îran biryar daye daku deriyeke din ya sînorî di navbera Îran û Kurdistanê de li devera Seqizê veke.
Muradniya herwiha eşkere kir ku vê di nava çen rojên pêş de bo giftûgo kirin li ser mijara vekirina vê deriya han serdana Kurdistanê dike û li gel rayedarên Kurdistanê dicive û li ser mijarê giftûgo dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin