Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Civaknas û dostê gelê Kurdistanê Îsmaîl Beşikçî kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî rewşa tendirostiya Beşikçî pirsî û hêviya leşsaqiyê jê re xwest û got: Mamoste Beşikçî bi helwestên xwe yên bo berevanî kirin ji gelê Kurdistanê û mirovatî, cêyê xwe di nava dilê her kesekê de xweş kiriye û gelê Kurdistanê jî li hember raman û helwestên Beşikçî rêzdare.
Her di heman civînê de jî Beşikçî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û ew pêşwaziyên gerim ku jê hatine kirin diyar kir û bi awayekê kurt behsa kar û çalakiyên navenda Beşikçî bo Serokwezîrê Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin