Li bajarê Mumbay ya Hindistanê merasîma dabeşkirina xelata Dayike Theresa hat lidarxistin û têde du Kurdên Êzidî yên rizgarbûyî ji destê DIŞIê hatin xelatkirin.
Di merasîmê de zêdetir ji 700 kesan ji çend welatên cîhanê amadebûn û di merasîmê de, Xelata Bîranînê ya Navdewletî ya Dayike Theresa ya sala 2018 pêşkêşî 10 kesan hat kirin.
Du rizgarbûyên destê DIŞIê yên Kurdên Êzidî bi navên Leyla Tehlu û Êdîs Peşar jî di nava wan 10 kesan de bûn, ku îsal Xelata Navdewletiya Dayike Theresa wergirtin.
Herwiha şandeke ser bi Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ya ser bi Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve jî di merasîma dabeşkirina xelatên Dayike Theresa bo sala 2018ê de amade bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin