Di sala 2014an de dema ku cîhadiyên terorîst û terorîstên DIŞIê êrîşî ser bajarê Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê kiribûn û ji sedî 74 bajarê dagîr kiribûn, Serok Barzanî ferman bi hêzên pêşmerge kir daku biçin hawara Kobanê.
Di çarçoveya fermana Serok Barzanî de yekem karwana hêzên pêşmerge di roja 22ê Cotmehê de bi rêya Bakûrê Kurdistanê ve gehêşte Kobanê û li gel şervanên YPGê mil bi mil şerê dijî terorîstên DIŞIê û cîhadiyên terorîst kirin.
Piştî ku sê karwanên hêzên pêşmerge li peyhev çûne Kobanê, hêzên Kurdî( pêşmerge û şervan) karîn bajarê Kobanê ku bo sembola şerê dijî terorîzimê, bi temamî ji destê dagîrkerên terorîst û cîhadiyên terorîst rizgarbikin.
Hêzên pêşmerge di şerê Kobanê de şehîdek dan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin