Serok Barzanî: Efrîn berdewamiya zilm û karasatane ku li dijî gelê Kurd tên kirin

behsa rewşa Efrînê kirin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel şanda civata medenî ya rizgariya Efrînê kir.

Îro Serok Barzanî pêşwaziya şandeke civata rizgariya medenî ya Efrînê kir û ragihand ku Efrîn berdewamiya ew zilm û karesatane ku li dijî gelê Kurd tên kirin.

Di civînê de şanda mêwan jiber serkeftina lîteya partiya demorkata Kurdistanê di hilbijartinên parlementoya Îraq û Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û ragihand ku bi serkeftina PDKê serfirazin û serkeftina PDKê bo her kesekî cêyê omêd e.

Di berdewamiya civîna han de rewşa siyasî û însanî ya Efrînê û rewşa jiyana şêniyên Efrînê û penaberên Efrîn, gefên li ser guhertina demografiya Efrînê ji aliyên hêzên curbicur ve hate nîqaşkirin û şanada mêwan derbarê azar dan û eşkence kirina Kurdan li wan deveran û binpê kirina mafên Kurd li deverê zaniyariyên hûr pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Şanda mêwan herwiha gazinde ji civaka cîhanî kir ku li hember binpê kirinên heyî yên li Efrînê bêdenge.

Li hember de jî Serok Barzanî dilgiraniya xwe li hember pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrînê diyar kir û anî ziman ku Efrîn berdewamiya ew zilm û karesatane ku li dijî gelê Kurdistanê di demên derbasbûyî de hatine kirin.

Serok Barzanî behsa hevsengiyên siyasî yên li deverê, pêşeroja Sûriyeyê û Efrînê bo şanda mêwan kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.