Balyozê Ermenistanê xatira xwe ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest

Kurdistan û Ermenistan têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Ermenistanê yê li Îraqê Karen Grigoryan kir.

Di destpêka civînê de balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Karen Grigoryan diyar kir ku armanca serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema pîwerdariya vî weke balyozê Ermenistanê yê li Îraqê bi dawî hatiye.

Di berdewamiya civîna han de Karen Grigoryan spasiya hevkarî û piştgîriyên hikûmeta Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê di warê bazirganî, abûrî û çandî de diyar kir.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Karen Grigoryan bi girîng wesif kir hêviya serkeftinê di pîwerdariya vî ya nû de jê re xwest.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha xwesteke Kurdistanê jî ya ji bo pêşde birina têkiliyên xwe li gel Ermenistanê diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.