Berbanga îro pêncşem jiber sedemeke nediyar agir bi mezintirîn bazarê Hewlêrê ku bi bazarê Lengeyê tê nasî ket.
Di encama bûyerê de herî kêm 1200 dikan şewitîn û zirareke mezin ya madî ber vê bazarê ket.
Hêzên hawarhatinê ji destpêka pêbûna agirê heta danê nîvroyê bi berdewamî hewl bo temrandina agirê dan û car car jî jiber qerebalixî rastî astengiyan dihatin.
Bazarê Lengeyê ya Hewlêrê yek ji bazarên herî mezin ya Hewlêrê ye û têde nêzî 3 hezar dikan hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin