Konsulusê Îmaratê xatira xwe ji Serokwezîr xwest

her du alî dixwazên têkiliyên xwe bihêztir bikin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê Raşêd Elmensûrî kir.

Di civînê de Elmensûrî diyar kir ku armanc ji vê hevdîtina han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema pîwerdariya vî weke Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê bi dawî hatiye û lazime vegere Îmaratê.

Elmensûrî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya Serokwezîr, hikûmet û dezgehên ser bi hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de gelek hevkariya vî kirine.

Nav hatî herwiha anî ziman ku Îmarat gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Konsulusê Îmaratê li Hewlêrê kir û kar û çalakiyên vî jî bi girîng wesif kir û hêviya serkeftinê ji pîwerdariya vî ya nû jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan jî gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Îmaratê dide û dixwaze têkiliyên han bihêztir bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.