Dermanxaneyek hate daxistin

dermanên dembiser çûyî firotiye
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de komîteya wenêrînê a hevbeş ya qaîmiqamî û birêveberatiya tendirostiya Silêmanî ragihand ku di çarçoveya kar û çalakiyên vê komîteyê de yên bo pêşî girtin ji firotina dermanên dem biser çûyî de, îro li bajarê Silêmanî, komîteya han kariye dermanxaneyek bi navê dermanxaneya Aram dabixe.

Li gor daxuyaniya komîteya han, dermanxaneya Aram dermanên biser çûyî bi welatiyan firotine.

Weke tê zanîn beriya du hefteyan Serokwezîrê Kurdistanê derbarê dermanan de hijmarek biryar stendibû û yek ji wan biryaran jî taybet bû bi dermanên sextet û dermanên dem biser çûyî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.