Di çarçoveya serdana xwe ya Rûsyayê yaku bi mebesta beşdarî kirin di kongreya partiyên Asyayê hatibû kirin, îro şanda partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya berpirsê têkiliyên derve yên PDKê Huşyar Siweylî li gel Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov civiya.
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê, rewşa deverê, şerê dijî DIŞIê hate kirin.
Her di heman civînê de şanda PDKê daxwaz ji Bogdanov kiriye daku hijmara korsiyên xwendinê li Rûsyeyê bo xwendekarên Kurd zêdetir bike.
Herwiha şanda PDKê daxwaza vê yekê kiriye ku Rûsye astengiyên berdem vekirina navenda Barzaniyê Nemir li Rûsyeyê rake û asankarî bo vekirina vê navendê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin