Ava Silêmanî jehrî dibe

jiber çê kirina benzînxaneyê av jehrî dibe
کوردستان TV
100%

Îro di presskonferansekê de her yek ji Sekreterê civata parêzgeha Silêmanî Mehdî Mehmûd û endamê civata parêzgehê Rêkevt Zekî li ser çê kirina benzînxaneyekê li nêzî çavkaniya ava Serçinar ya li bajarê Silêmanî huşdariya vê yekê dank u vê ev benzînxaneya han ava ji nîvî zêdetir ya Silêmanî jehrî bike.

Ev her du rayedarên civata parêzgeha Silêmanî diyar kirin ku çê kirina benzînxaneyê li nêzî çavkaniya ava Serçinarê ku beşeke serekî ya ava vexwarinê ya bajarê Silêmanî dabîn dike, metirsiyeke mezine bo ser xelkê vê bajarê.

Ev her du rayedar diyar kirin ku çê kirina vê benzînxaneyê dibe sedem ku ava Silêmanî jehrî bibe û ev yek jî metirsî bo ser jiyana xelkê çê dike lewre lazime projeya çê kirina benzînxaneyê were rawestandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.