Di çarçoveya berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de, îro dîsa artêşa Tirkiyeyê çavsoriya xwe li ser dijminatî kirina Kurdan domand û derdorê Kobanê û Girê Spî topbaran kir.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê li Kobanê ragihandine, îro dîsa artêşa Tirkiyeyê derdorê Girê Spî û Kobanê topbaran kiriye û di encama topbarana han de du Rojnamevanên Kurd bi navên Ibrahîm Ehmed û Gulistan Mihemed birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku rewşa tendirostiya Gulistan metirsîdare.
Ev her du Rojnamevan peyamnêrên ajansa ANHAyê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin