Birêveberatiya polîsê Soranê ragihand ku hêzên polîs li devera Soranê karîne di operasiyonekê de dest deynin ser 7 kîlo û 200 giram madeya hişber ji cureya Hîroînê.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê Soranê ev kesê ku ev 7 kîlo Hîroîn di destê vî de hatiye girtin navê xwe E.M. Ê ye û xelkê devera Qeladizê ye.
Hêjayê gotinê ye ku îsal li sînorê Soran û derdorê zêdetir ji 109 kîlo madeyên hişber ku ji Îranê ve hatibûn şandin hatiye girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin