Mesrûr Barzanî û balyozê Beljîkayê civiyan

behsa yekxistina lîwayên wezareta pêşmerge kirin
کوردستان TV
100%

Behsa çareser kirina kêşeyên siyasî û abûrî kirin.

Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Amman û Bexdayê Hendrik Van de Velde û şandeke pê re kir.

Di civînê de rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya Îraqê û herwiha aloziyên deverê bi giştî û lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li Îraq û deverê hatin nirxandin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û  Hendrik Van de Vele behsa çareseriya bingehîn bo kêşeyên siyasî û abûrî kirin ku bûne sedema derketin û bihêz bûna tevgerên terorîstî.

Her li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî behsa girîngiya çareser kirina bingehîn ya kêşe û kamaniyan li deverên azad kirî kir û got: Ev yek dibe derfeteke baş bo vegera penaberan.

Di beşeke din ya civîna han de her du alî behsa hewldanên heyî yên bo yek xistina lîwayên ser bi wezareta pêşmerge ya Kurdistanê û tiştên ku ji hikûmeta nû ya Îraqê tên payîn bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.