Duhê bi şev çend çekdarên nenas li devera Daqoqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, gole li ser pêşmergeyek reşandine û şehîd kirine.
Li gor zaniyariyan duhê bi şev li gundê Heftxazê ser bi Daqoq ya li parêzgeha Kerkûkê çend kes êrîşî ser pêşmergeyek bi navê Şêrko Mihemed kirine û di encama êrîşa han de Şêrko Mihemed şehîd bûye.
Hîn jî nehatiye zelalkirin ka ev kesên ku Şêrko şehîd kirine kîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin