Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, dezgeha îstîxbaratiya Îranê yaku bi Îtlaatê tê nasîn, du Mamosteyên Kurd yên ku berê hatibûn girtin û pişt re hatibûn azadkirin, dîsan binçav kiriye.
Li gor jêderan ev Mamosteyên Kurd ku xelkê bajarê Seqizê ne, beriya niha bi hinceta beşdarî kirin di girevê de hatibûn girtin lêbelê pişî lêpirsînê hatibûn azadkirin.
Navên wan Mamosteyan Seyêd Elî Husênî û Silêman Ebîd ne û li Seqizê wane dibêjin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin