Birêveberatiya Polîsê Enkawe ya li Hewlêrê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku hêzên polîs karîne di operasiyonekê de 4 kesan binçav bikin ku karê çetetiyê kirine.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku welatiyek li navenda polîs ya li Enkaweyê dozek vekiriye û aniye ziman ku çar kesan bi darê zorê pere jê stendine.
Piştî vê yekê polîs lêkolînên pêwîst kirine û karîne ev her çar çete destnîşan bikin û di operasiyonekê de wan her çar çeteyan binçav bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin