Îran: Artêşa me vê keştiyên me bi parêze

dibêje emê bersifa her cur êrîşeke derekî bidin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan yê Brîtanî, hikûmeta Îranê diyar kiriye ku artêşa Îranê amadeye berevanî ji wan keştî û tankerên Îranî bike yên ku di nava behran de petrola Îranê bo welatên din vediguhezin.

Jêderên Brîtanî pişt nûçeya xwe bi gotinên Cîgirê Berpirsê spaha Îranê Mehmûd Mûsewî vedigerênin û nivîsandine ku Mûsewî eşkere kiriye piştî dorpêçên Amerîkayê yên bo ser Îranê, ewlekariya keştî û tenkerên petrolê yên Îranê ketiye metirsiyan lewma artêşa Îranê biryar daye daku ewlekariya wan keştî û tankeran li her derekê biparêze.

Mûsewî diyar kiriye ku artêşa Îranê û hêzên deryayî yên Îranê amadene bi tundî bersifa her cure êrîşekê bidin ku li ser wan tanker û keştiyan pêk were.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.