Îro dîsa artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo deverên sînorî yên Kurdistanê de, hin dever û navçeyên ser bi Sîdekanê topbaran kir.
Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna Gerîlayên PKKê berdewame li ser bordiman û topbaran kirina navçe û deverên Kurdistaî û di vê çarçoveyê de jî îro artêşa Tirkiyeyê derdora Sîdekanê bi tundî topbaran kir.
Di vê derbarê de Birêveberê devera Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistantvê re ragihand ku îro di seat 10ê sibê de dest bi topbaran kirina deverê kiriye û derdorê hin gundan bi tundî topbaran kiriye.
Çelebî herwiha diyar kir ku li gundê Belsinan top û haven ber debistanek ketine.
Hate zanîn ku ji bilî zirarên madî ti zirareke din ya vê topbarana han nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin