Hat zanîn ku Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Evdilrehman Apo piştî girtina salek û 4 mehan ji zîndanên Rêveberiya Xweser yên li Qamişlo hatiye azadkirin.
ENKSê eşkere kiriye ku Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ku roja 12ê Tîrmeha 2017an li Efrînê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû zîndankirin, îro û piştî salek û 4 mehan li Qamişlo hat azadkirin. Rêveberiya Xweser gelek siyasetmedarên Encûmeniya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) desteser dike û zindanî dike. Di sala 2016ande Rêveberiya Xweser rê nedabûn Birahîm Biro siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin