Lêv û tevgerên DIŞIê li deverên dagîrkirî zêde bûne

artêşa Îraqê jî nikare tiştek bike
کوردستان TV
100%

Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê û dagîr kirina deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, wêran û kawil kirina wan deveran didome û ji bilî vê jî terorîstên DIŞIê jiber lawaz bûna artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî, li wan deveran dîsa serî hildane.

Di vê derbarê de rayedarên partiya demorkata Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku ev demêke ku lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên dagîrkirî( deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê) zêde bûne û ew yek jî bûye metirsiyeke mezin bo ser şêniyên wan deveran.

Herwiha terorîstên DIŞIê bi awayekî rojane li wan deveran bi taybetî li derdorê Kerkûkê êrîşî ser  artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî dikin û artêşa Îraqê û çekdarên heşa şebî jî bi awayekî lawaz bersifa wan êrîşan didin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.