James Jeffrey: Dibe ku şerê dijî DIŞIê di çend mehan de bi dawî bibe

dibêje vê di nava çend mehên din de dawî bi DIŞIê were
کوردستان TV
100%

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey dîyar kir ku ew li bendê ne ku şerê dijî Dewleta Îslamî (DIŞI) di çend mehan de bi dawî bibe.

Li gor nûçeyeke voa yê Jeffrey da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li hêla Çemê Firatê têkoşîna dijî DIŞIê didomîne û got ku dibe ku ew herêma dawî ya çekdarên wê rêxistina tundrê lê hene be.

Wî dîyar kir ku hêzên Amerîkî hewil didin ku dijî DIŞIê serketineke demdirêj bi dest xwe xin.

Jeffrey got: Ger têkçûna DIŞIê demdirêj be, dê bi yekîneyên wê yên leşkerî yên dixwazin herêma xwe berfireh bikin re, hemî yekîneyên wê yên veşartî û gumana serhildaneke nû jî pûç bibin.

Jeffrey da zanîn ku piştî têkbirina DIŞIê, divê li Sûrîyê peyvajoya sîyasî jinûve şên bibe û şerê navxweyî yê li wî welatî raweste.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.