Piştî îxaneta 16ê Cotmehê, prosesa bi ereb kirina Kerkûkê dîsa destpê kir û roj bi roj bi awayeke cidî didome.
Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku piştî der kirina karmend û rayedarên îdarî yên Kurd li Kerkûkê, prosesa dagîr kirina zevî, mal û milkên Kurdan destpê kir û ji vê jî zêdetir, îro ereb li Kerkûkê dest bi cîhbicîh kirina pêngaveke gelek sosret kirin.
Li gor zaniyariyan, Ereb li Kerkûkê bi piştgîriya rayedarên Îraqî,îro dest di danîn û çê kirina sembolên rejîma Besê û serdema Sedam Husên kirine.
Ereb li ser cade û kolanên giştî dest bi danîn û daliqandina wan sembolan kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin