Ev demeke ku hêzên ser bi rejîma Îranê bi taybetî hêzên îtlaatê operasiyonên berfire li dijî xelkê Merîwanê bi taybetî gundê Nê, pêk tînin.
Li gor jêderên taybetî cara herî dawî, şeva derbasbûyî, hêzên îtlaata Îranê li gundê Nê, operasiyoneke din lidar xistine û di encama operasiyonê de welatiyeke din yê Kurd bi navê Mihemed Dadresî binçav kirine.
Her çend heta niha derbarê sedema binçav kirinê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin lêbelê tê gotin ku sedem sedemeke siyasiye.
Weke tê zanîn ji meha derbasbûyî ve operasiyonên binçav kirinê dest pê kirine û hîn jî didomin û heta niha nêzî 7 welatî hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin