Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera ji dayikbûna Pêxemberê îslamê kir

hêviya aştiyê û nemana zilmê dike
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta salvegera ji dayikbûna Peyxemberê îslamê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanan kir ku ev jî tekesta vêye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdarîn ev helkefta pîroz sedemeke dinê bi hêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û navçeyê bi giştî veke û bibê sedema dawî hatina zilm û tûndî û çewsandina mîletan.

Mesûd Barzanî

19.11.2018

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.