Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber rastî êrişa pasdaran hatin, du kolber birîndar bûn.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihand, îro li nêzîkî bajarê Bane yê Rojhilatê komek kolberên Rojhilatî rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.
Li gorî agahiyan, di encama êrişê de 2 kolber giran birîndar bûn.
Hat gotin ku her du kolber ji bo dermankirin, bo nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatine şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin