Şerê li Yemenê didome

daxwaza diyalogê dikin lê şer jî didome
کوردستان TV
100%

Her çend çekdarên Hûsî yên Şîî rojên berê diyar kiribûn ku ev weke tevgera Hûsiyên Yemenê bo dawî anîna şerê li vê welatî amaden dest bi diyalog û danûstandinan bikin, lêbelê şerê li Yemenê hîn jî didome.

Li gor jêderan îro li bajarê Hudeyde di navbera hûsiyan û hêzên hikûmetê de pevçûneke gelek dijwar qewmiye û pevçûn didome.

Jêder behsa vê yekê dikin ku balefirên ser bi hevpeymaniya Erebî yaku Siûdiye Serokatiya vê dike, taxên derdorê bajar yên ku di destê hûsiyan dene, bi tundî bordiman kirine.

Weke tê zanîn beriya niha hûsî diyar kiribûn ku bo dawî anîna şerê li Yemenê amadene dest bi diyalogê bikin û duhê jî şahê Siûdiyeyê diyar kiribû ku Siûdiye piştîvaniya hewldanên NY bo dawî anîn bi şerê Yemenê dike.

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.