Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Ukranyayê yê li Îraqê Victor Nedopass û şandeke pê re kir.
Di civînê de pêşhatin siyasî û têkiliyên dîrokî yên din navbera her du gelên Kurdistan û Ukranyayê de hatin nirxandin û tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên han bi taybetî di warê ewlekarî , bazirganî û hêlbirînê de hate kirin.
Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêviya bihêztir kirina têkiliyan di her warî de xwest û hana balyozê Ukranyayê da daku di karên xwe yên dîplomatîkî de hewl bo çê kirina têkiliyên bihêz di navbera Kurdistan û Ukranyayê de li gor berejwendiyên her du aliyan bide.
Têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê mijareke din ya vê civînê bûn û di vê derbarê de jî Mesrûr Barzanî hêviya destpê kirina qonaxeke nû di çarçoveya destûr û hevbeşiya rastîn di warê birêvebirin û biryar danê de xwest û ragihand ku çavê me li vê yekê ye daku qonxa dijwar ya têkiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yaku pêştir hebû derbas bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin