Serok Barzanî şîret li parlamenteran kir: Bersiva wefaya gelê Kurdistanê bidin
Serok Mesûd Barzanî ji parlamenterên PDKê xwast, bi xizmetkirinê bersiva wefaya welatiyan ya li hember PDKê bidin.
Serok Barzanî îro pêşwazî li endamên firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê kir. Di civînê de Barzanî behsa serkeftina PDKê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê û parlamentoya Kurdistanê de kir û ragihand, ruxmî xiyaneta 16 Cotmehê û dorpêçkirina PDKê, PDKê karî di her du hilbijartinan de bi ser keve û ev jî bi wefaya gelê Kurdistanê li hember PDKê pêk hat.
Barzanî daxwaz ji endamên firaksyona PDKê kir, bi xizmetkirinê bersiva wê wefaya gelê Kurdistanê bidin.
PDKê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de 25 kursî û di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî 45 kursî bi dest anîbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin