Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Kanadayê civiya

behsa çend mijarên girîng kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê yê Paul Gibbard û Seroka nivîsîngeha karûbarên Kanadayê li Hewlêrê Xatû Nancy Bergeron kir.

Di civînê de balyozê Kanadayê Paul Gibbard kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistan, rola Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha vehevandina hijmareke zêde ji penaberan diyar kir.

Paul Gibbard di berdewamiya axaftinên xwe de bi kurtî behsa kar û çalakiyên xwe û hevkariyên Kanadayê yên bo Îraq û Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî behsa rewşa niha û qonaxa piştî hilbijartinên Îraq û Kurdistanê û vekirina rûpeleke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa şerê dijî DIŞIê, rola hevpeymaniya cîhanî û Kanadayê jî bigirîng wesif kir.

Giftûgo kirin li ser rewşa penaberan, ava kirina hikûmeta nû, rewş û rola jinan, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.