Trump: Em peymanên xwe bi Siûdiyeyê re hilnaweşînin

amerîka dibêje Siûdiye hevpeymanê me ya herî başe
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê kuştina Rojnameger Cemal Kaşiqçî de diyar kir ku kuştina Qaşikqçî kareke hovaneye û îstîxbarata Amerîkayê bi hûrî li ser vê dosyeyê kar dike.

Trump herwiha eşkere kir ku mimkune ti carî rastiyên kuştina Qaşiqçî neyên eşkerekirin.

Trump di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Amerîka bi ti awayî ne amadeye peymanên abûrî yên girîng yên ku li gel Siûdiyeyê îmze kiriye hilweşîne jiber ku ev yek vê fêde bide Rûsyeyê.

Trump herwiha diyar kir ku li dijî Îranê Siûdiye hevpeymanekî baş yê Amerîkayê ye.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.