Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hengariyayê, îro şanda wezareta pêşmerge li gel wezîrê berevanî yê Hengariyayê civiya.
Di civînê de behsa çend mijarên girîng yên weke hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Hengariyayê û çawetiya domandin û zêdetir kirina wan hevkarî û hemahengiyan hate kirin.
Her îro şanda wezareta pêşmerge li Hengariyayê serdana navenda nûjdarî û nexweşxaneya leşkerî y a NATOyê kir.
Di rojên derbasbûyî de şanda wezareta pêşmerge çend civîn û hevdîtinên din pêk anî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin