Erbil 38°C Saturday 15 Nov 00:57

Serok Barzanî bi Emar Hekîm re civiya

civîn li Bexdayê pêk hat
سەرۆك بارزانی
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya berdewamiya serdana xwe de li Bexdayê Serok Barzanî piştî hevdîtina li gel Heyder Ebadî û Salih Mutleg,  bi Serokê tevgera Hikme Emar Hekîm re civiya.

Îro berî nîvro Serok Barzanî li Bexda li gel Serokê eniya Tirkmanî erşed Salihî û Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî re jî civiya piştî wê serdana Serokê tevgera Hikme Emar Hekîm kir û dawî pêşhateyên siyasî gotûbêj kirin.

Duh Pênşemê Serok Mesûd Barzanî ji bo serdaneke fermî geheşte paytexta Iraqê Bexdayê û armanca serdana Serok Barzanî jî çareser kirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ne.

Biryare Serok Barzanî piştî hevdîtina bi Emar Hekîm re biçe Necefê û li gel Muqteda Sedir jî bicive.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.