Jiber barîna barana zêde di nava kempê de lehî rabû û penaber jî rastî zirarê hatin.
Jiber barîna baraneke zêde yaku ji dohê bişev heta îro sibê berdewam bû, di nava kempa Kurdên Êzidî ya li Şêxanê de lehî rabûye û hijmareke penaber rastî zirarê hatine.
Di vê derbarê de çavkaniyên ji hêzên hawarhatinê yên li deverê behsa vê yekê kirin ku herî kêm 30 çadir û konên penaberan binav ketine û tevahiya tiştên şêniyên wan çadiran jî jinav çûne.
Herwiha penaberên kempê daxwaza hevkariyê dikin û dibêjin lehiyê zirareke mezin daye me û ti tişteke me nemaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin