Jiber barîna barana zêde yaku duhê bişev destpêkir û heta îro danê sibê berdewam bû, li gelek deveran lehî rabûn.
Yek ji wan lehiyan li devera Pirdê rabûye û jiber lehiya han, hijmarek pêşmerge yên ku li mihwera Pirdê bûne, asê mabûn û pişt re jî hêzên hawar hatinê karîn bilez wan pêşmergeyan ji metirsiya lehiyê rizgar bikin.
Li gor birêveberatiya hêzên hawarhatinê, jiber lehiyê 20 pêşmerge asê mabûne û pişt re ev her 20 pêşmerge bi rêya kopterên hatûçûyê ji metirsiya lehiyê bi selametî hatine rizgarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin