Li gor jêderên ji Rojhilata Kurdistanê, piştî 5 rojan topbaran kirina çiyayê Şahoyê, îro spaha pasdaran ya Îranê dest kiriye bi veguhastina çekên giran û topxaneyên xwe bo ser vê çiyayê.
Jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku spaha pasdaran dixwaze li ser çiyayê Şahoyê çend navendên leşkerî yên ku bi çekên giran û topxaneyan hatine pirçekkirin ava bike.
Beriya 5 rojan spaha pasdaran ya Îranê bi hinceta hebûna tîmên çekdar bi tundî çiyayê Şahoyê topbaran kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin