Weke her sal, îsal jî di roja 25ê Mehê de kempîna dijî tundûtîjiya dijî jinan bi merasimeke girseyî destpê kir û ev kempîna han vê yek hefte bidome.
Di merasimê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû û bi vê minasebeta han gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de hêviya serkeftinê ji kempînê re xwest û anî ziman ku ev weke hikûmeta Kurdistanê bi her awayî piştgîrî û hevkariya kempîna dijî tundûtîjiya dijî jinan dikin.
Nêçîrvan Barzanî bang li hemû aliyên civakê bi taybet jinan û çalakvanên jin kir, li hember tundiya li dijî jinan bêdeng nemînin û ji bona nehîştina tundiyê çi ji destê wan tê bikin.
Serokê hikûmetê di mijara girîngiya jinan li nav kurdan de, behsa çîroka Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî jî kir û got, Ehmedê Xanî wiha dibêje: Min ev çîrok ji ber wê yekê nivîsî da ku kesên biyanî nebêjin keç û kurên kurd di evîndarî û eşqê de azad nebûne.
Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku Şêx Ebduselam Barzanî gelek rênima derxistine ji bo nehiştina çewisandina jinan, ji wan; nehiştina firejinî û rêzgirtina li daxwaza keçan di dema zewacê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Divê em li pey wan biçin, neku ramanên paşketî ji cihên din bo welatê xwe bînin û bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane.”
Barzanî diyar kir: “Jinên Kurdistanê di dîroka bizava rizgarîxwaz a gelê me de gelek zilm tam kirine, çi li girtîgehên rejîma Beisê, çi li kirinên Enfala sala 83an a Barzaniyan yan Enfalên sala 1988an, tenê dîrok dikare wan çîrokan ji nifşên nû re behs bike, xeleka dawî ya wan zilman jî ew bû ku terorîstên DIŞIê di sala 2014an de li hember jinên Êzdî kir, ev birînek e di laşê civaka Kurdistanê de û bi hêsanî çareser nabe.”
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Di vê boneyê de careke din pîrozbahî li Birêz Nadiya Murad dikim ku weke hêmayek bo çewisandina jinên Êzdî bû bi wergirtina Xelata Nobelê ya Aştiyê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin