Erbil 38°C Saturday 15 Nov 00:58

Konferansa Reformên bo Hêzên Pêşmerge hat lidar xistin

pirojeyeke 35 xalî hatiye amadekirin
کوردستان TV
100%

Îro duşem li Hewlêrê Konferansa Pilana Reforman di Wezareta Pêşmerge de destpê kir.

 Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê demkî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê, Kerîm Şingalî di destpêka konferansê de destnîşan kir, sê welatên mezin ên cîhanê piştevaniya pêkanîna reforman di Wezareta Pêşmerge de dikin.

Di konferansa Pilana Reforman di Wezareta Pêşmerge de, fermanderên pilebilind ên Pêşmerge, şêwirmend û pisporên serbazî yên Almanya, Amerîka û Brîtanya beşdariyê dikin.

Bo pêkanîna reforman di nava wezareta pêşmerge de heta niha pirojeyeke 35 xalî hatiye amadekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.