Di çarçoveya serdana xwe ya bo welatên Kendavê de, Serok Mesûd Barzanî li gel şanda pê re ku pêk hatibû ji Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, endamê mekteb siyasiya PDKê Azad Berwarî, serdana Kuwaitê kir, û roja sê şemê danê sibê li gel Emêrî Kuwaitê Simo Şêx Sebah Elehmed civiya.
Di civînê de her du alî nêrînên xwe yên li ser pêşhatên dawî yên siyasî û guhertinên heyî yên li Îraq û deverê li hev veguhastin û herwiha balkêşandine ser têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê û çawetiya pêxistina têkiliyên han.
Giftûgo kirin li ser prosesa siyasiya Îraqê û pêngavên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê çend mijarên din yên vê civînê bûn.
Her heman roj Serok Barzanî û li gel şanda pê re serdana Cîgirê Serokwezîrê Kuwaitê Şêx Nasi Sebah Elehmed û wezîrê berevanî yê Kuwaitê kir û li gel wan jî civiya û di civînê de rewşa siysiya Îraq û deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê hatin nîqaşkirin û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê hate kirin.
Wêstegeha dawî ya serdana Serok Barzanî û şanda pê re bo Kuwaitê, serdan kirina navenda çandî ya Şêx Cabir Elehmed û herwiha hevdîtin û civîn bûn li gel birêveberê giştî yê sendoqa Kuwaitê a bo geşedana abûriya Erebî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin