Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:24

Amerîka: Em dixwazin Hewlêr û Bexda diyalogeke avaker destpê bikin

Amerîka piştgîriya diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê dike
کوردستان TV
100%

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê serdana Serok Barzanî ya bo Bexdayê de ragihand ku ew her du hikûmetên Kurdistan û Iraqê han didin daku li gel hev bicivin, bi hev re rûnin û gotûbêjan bikin.

Heather Nauert got: "Em wek Amerîkayê peywendiya me bi vê serdanê ve nebû. Lê herdem herdu hikûmetên Kurdistan û Iraqê teşwîq dikin daku ligel hev bicivin, rûnin û gotûbêjê bikin."

Nauert da zanîn ku ew her tim hana wan her du aliyan didin daku her du hikûmetên Kurdistan û Iraqê ligel hev bicivin, ligel hev rûnin û gotûbêjê bikin. Em dixwazin gotûbêjeke avaker hebe. Lê li gor zanyariyên min, na, ti peywendiyeke me bi vêna ve nebû."

Derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Kurdistanê re Nauert anî ziman ku bi wê rêyê Iraq û Herêma Kurdistanê dikare bibe aktorekî girîng a bazara cîhanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.