Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:32

Serok Barzanî: Bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê geşbînim

Serok Barzanî dibêje em dev ji nasnameya Kurdistanî bûna Kerkûkê bernadin
الرئيس بارزاني
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî di presskonferansekê de naveroka serdana xwe bo Îraq û welatên Kendavê eşkere kir.

Serok Barzanî ragihand ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê wein çareserkirin û got: “Bi çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê geşbînim.”

Serok Mesûd Barzanî îro çarşem li Pîrmamê presskonferansek derbarê derbarê serdana  xwe ya bi Îraq, Kuwait û Îmaratê lidar xist û diyar kir ku derbarê rewşa Kurdistanê û pêşeroja Kurdistanê de geşbîne. Lêbelê naxwaze bendewariyên xelkê Kurdistanê zêde bike û tekez li ser vê yekê kir ku li gel Bexdayê bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê bi diyalog û di çarçoveya destûrê de gehêştine lihevkirineke seretayî.

 Serok Barzanî got ku hêviyeke wan a zêde heye ku hikûmeta nû ya Iraqê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.

Serok Barzanî behsa armanca serdana xwe ya bo Bexda û welatên Kendavê kir û got: "Em ligel hemû aliyan rûniştin, lê ti pêngav û helwêstên me ne li ser hesabê armancên stratejîk ên gelê Kurd in."

Sero Barzanî da zanîn ku ligel Bexdayê gehiştine têgehiştineke baş û got: "Em li bendê ne di pratîkê de çareserkirina pirsgirêkan bibînin û Herêma Kurdistanê jî dibe hevkar bo çareserkirina pirsgirêkan." Herwiha got ku bi çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê geşbîn e, û tenê yek rê bo çareserkirina pirsa di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ew jî diyalog e.

Derbarê pirsa Kerkûkê de jî Serok Barzanî ragihand ku "ew dixwazin pirsa Kerkûkê û navçeyên Madeya 140ê bi rêya destûrê çareser bikin." Barzanî derbarê destûra Kurdistanê de jî tekez kir ku di van çar salan de dive ew mijar bidawî bibe û bibin xwedî destûr.

Serok Barzanî herwiha li ser pirsekê di derbarê nêta hikûmeta Iraqê de bo çareserkirina pirsgirêkan got: "Me ew nêta çareserkirina pirsgirêkan dît. Lê hîna jî rewş aloz e û pêkanîna hikûmetê temam nebûye."

Di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Barzanî dibêje, gotûbêjên li gel aliyan bo avakirina hikûmetê berdewam in.

Derbarê derbarê derketina DIŞIê li hinek navçeyên Iraqê de jî serok Barzanî ragihand ku mixabin niha careke din li çend navçeyên Neynewa û Selahedîn û Diyala DIŞI derketiye û got, şerê DIŞIê berê ji niha hêsantir bû, niha şerê wan girantire ji ber ku DIŞI heye lê nayê dîtin, ne li ser erdê ye.

Di derbarê peywendiyên herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û cîhanî jî serok Barzanî ragihand ku peywendiyên hikûmeta herêma Kurdistanên li gel Tirkiyê û Îranê û aliyên din jî baş in û roj bi roj di pêşveçûnan de ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.