Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:24

Mesrûr Barzanî û Douglas Silliman behsa rewşa deverê kirin

behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Dogulas Silliman û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê û ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî behsa serdana Serok Barzanî bo Bexda û Necefê kir û tekez li ser piştgîriya Kurdistanê ya bo Serokwezîrê nû yê Îraqê bo temam kirina destnîşan kirina wezîrên kabîneya nû kir bi taybetî bo wezaretên ewlekarî ku dibe sedema hevkarî û reforman di wan waran de.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser hevkariya teknîkî û asayîşî ya di navebra Hewlêr û Bexdayê de bo vegerandina baweriyê weke afirandina derfetek bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Her di heman civînê de dubare şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Kurdistanê û hilweşandina xalên gumrikî di navbera her du aliyan de bi pêngavên baş hatin wesifkirin û hate gotin ku vê fêdeya wan bo tevahiya aliyan be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.