Li gor jêderên taybetî li devera Daqoqê, di çarçoveya pêngavên hikûmeta Îraqê de bo bi ereb kirina deverên Kurdistanî de, îro careke din hijmareke Erebên hawirde, bi zorê bo devera Daqoqê hatine şandin.
Jêderan diyar kir ku ev erebên han ku hijmara wan bi giştî 50 malbetin, bi hevkarî û hemahengiya çekdarên Îraqî di nava mal û milkên şêniyên Kurd yên Daqoqê de hatine bicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin