Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:20

Serokwezîr digel Balyozê Brîtanyayê dicive

di civînê de behsa çend mijarên girîng hatiye kirin
نێچیرڤان بارزانی و باڵیۆزی به‌ریتانیا كۆبوونه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşawazî li Balyozê Brîtanyayê li Îraqê John Wleks û şandeya pê re ku, ji Lord Fransis Mod û Martin War Konslê giştiyê Brîtanyayê li Hewlêrê pêkhatibû,  kir.

Di civînekê de, Balyozê Brîtanyayê behsa dawî pêşhatên herêmî yên di warê siyasî û emnî de û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û tekîd li ser berdewamiya piştevaniya hikûmeta Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û diyalog navbera Hewlêr û Bexadyê kir û çaksaziyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ku heyameke di warên cuda dest pê kitine, bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Brîtanyayê ku di dem û rewşên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, kir û bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa karname û pirograma berê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê  û pirosesa çaksaziyê  di saziyên hikûmeta de kir  û got ku hikûmet lêdixebite li ser çaksaziyan û zêdekirina çavkaniyên dahatiniyê di sektora gişrî û taybet de berdewam be.

Çend mijarên girêdayî rewşa giştî, zêdetir pêşdebirina têkeliyên Hewlêr û Londonê û xebatên ji bona zêdetir vejandina rewşa aboriya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.